Academia.edu no longer supports Internet Explorer.
To browse Academia.edu and the wider internet faster and more securely, please take a few seconds to upgrade your browser.
…
497 pages
1 file
Kita memulai studi mengenai kimia fisik dengan penyataan singkat mengenai beberapa ide dasar dan penggunaan umumnya di bidang kimia. Hal ini merupakan hal yang familiar, tetapi akan sangat berharga untuk mengingatnya kembali.
Kurte Vê lêkolînê daneyên navçandî pêşkêşî dike da ku piştgirî bide hîpoteza ku serdestiya bav di mêran da bi hewcedariya kêm serkeftinê (n Ach) ra têkildar e. Delîlên vê hîpotezê (a) bi ceribandina komên rêveberên ciwan ên Amerîkî û Tirk û (b) bi berhevkirina n jimareyên tirkan ên ku di asta ku bavên wan serdest bûn da ji hev cuda bûn, hatin bidestxistin. Rêvebirên piçûk ên Amerîkî, li gorî Tirkan, bi rêjeyek girîng a serkeftin (n Ach)ê pir zêde bûn. Di 3 nimûneyên serbixwe da, Tirkên ku ji hêla bavên xwe ve kêmtir serdest bûn, li gorî temenê piçûk dema ku bavên wan miribûn an dema ku ew yekem car ji bavê xwe cuda jiyabûn, ji zilamên ku bêtir ji hêla bavên xwe ve serdestî dîtibûn, serkeftina wan pir zêde bû. Lêbelê, têkiliyek wusa nehat dîtin, dema ku serdestî bi raporên Ssê yên ku di jiyana wan de xwedî bandorek herî mezin bû hate pîvandin.
Desain secara etimologi, istilah Desain berasal "dari tadi" beberapa serapan bahasa, yaitu kata "designo" (Itali) yang secara gramatikal berarti gambar dan bermakna:
KURDÎNAME, 2020
Plagiarism/Întîhal: This article has been reviewed by at least two referees and scanned via ithenticate plagiarism website //Ev gotar herî kêm ji alîyê 2 hakeman va hatiye nirxandin û di malpera întîhalê ithenticate ra hatiye derbaskirin. Kurte Şêx Qutbeddînê Korikî (k.d. 1979) yek ji helbestvanê klasîk e ku mexlesa "Xakî" bi kar aniye. Korikî di dergahê Şêx Seydayê Cizîrî yê girêdayî şaxa Basretê de perwerde bûye û hem îcazeya xwe ya ilmî hem jî ya xelîfetiyê ji Şêx Seyda wergirtiye. Her çend di perwerdehiya takekesî ya Korîkî de para malbata wî çêbûbe jî di geşedana wî ya ilmî, tesewifî û edebî de Şêx Seyda û dergahê wî bandoreke xurt lê kiriye. Korikî digel xebatên xwe yên ilmî û tesewifî kesayetekî ku aliyê wî yê edebî jî heye û xwedî berhem e. Li gorî agahiyên li ber dest Xakî, bi Kurdiya Kurmancî 'eqîdenameyeke menzûm, mewlûdeke nîvco, xezelek û du muxemmesan nivîsiye. Korikî bi 'eqîdenameya xwe bûye şopînerê Ehmedê Xanî. Di 'eqîdenameya wî de ji hela şêweyê ve bandora Melayê Bateyî û Mela Xelîlê Sêrtî jî eşkere ye. Korikî bi mewlûdnameya xwe jî Melayê Bateyî şopandiye. Xakî di xezela xwe ya musemmet de Melayê Cizîrî teklîd kiriye. Di muxemmeseka wî ya ku li ser Şêx Seydayê Cizîrî nivîsiye de ji aliyê şêweyê ve bandora Melayê Cizîrî, di ya din de jî bandora Şêx Ebdurehmanê Aqtepî tê dîtin. Ev xebat li ser jiyan, berhem û kesayetîya edebî ya Şêx Qutbeddînê Korikî hatiye kirin. * Hin beşên vê xebatê bi sernavê "'Eqîdenameyeke Menzûm: Hazîhî Hediyyetu'l-Îxwan fî ̒ Eqîdetî'l-Îman a Şêx Qutbeddînê Korikî", di sala 2019an de wek teza lîsansa bilind li Zanîngeha Mardîn Artukluyê, Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê, Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî hatiye pêşkeşkirin. Xebat bi piştî hin agahiyên nû û guherînan hatiye amadekirin.
Di Kurdîya Kurmancî de Îzafeya Berfirhebûyî (Devokên Başûrê Rojhilatê û Başûrê Rojavayê), 2020
Destpêk Îzafe termek e ku di zimanzanîya Îranî de ji bo avanîya ravekê tê bikaranîn. Parîkela îzafeyê ku ji bo girêdana hêmanên raveker bo ra-veber (navdêra eslî ya avanîya îzafeyê) tê bikaranîn. Ev partîkel di kurdîya kurmancî de li hember zayend û hejmarê hessas e. Ji bilî fonksîyona girêdanê ev partîkel di fonksîyona anaforîk de jî tê bika-ranîn. Ev her du fonksîyon ew fonksiyon in ku heta niha tê zanîn. Haig behsa fonksîyoneke din ya partîkela îzafeyê dike ku di vê gotarê de mijara eslî ew e. Ev fonksîyona partîkela îzafeyê, bikaranîna îzafeyê ji çarçova morfolojîk ber bi çarçoveyeke sentaktîk berfireh dike. Di vê fonksîyonê de partîkela îzafeyê di hevokên navdêrî û yên lêkerî de îşaretê kirdeyê (hin caran bireserê) dike. Di hevokên lêkerî de bi piranî mena berdewamîyê û mena perfektîyê dide. Ev fonksîyon di lîteratûrê de wek îzafeya berfirehbûyî (extended ezafe) hatiye leksîkalîzekirin. 1 Di vê xebatê de, hem îzafeya berfirehbûyî bi hurgilî hatiye terîfkirin hem jî di du devokên kurdîya kurmancî de ev avanî hatiye analîzkirin
DergiPark (Istanbul University), 2019
Zimanê Kurdî yek ji zimanên Îranî ye, ku ser bi malbata Hînd û Ewropî ye. Lewma hevbeşiyên zehf di navbera Kurdî û zimanên din ên Îranî de hene. Ev wekyekî û nêzîkiya navbera hinek zimanên dinê, bûye hokara destnîşankirina malbatên zimanan. Lê belê, dema yek dibêje Kurdî, dîsa ne xuya ye, ku mebesta wê kîjan zarê Kurdî ye. Çimkî zimanê Kurdî, zimanekî ne-sitandard bûye û ji çar şaxên sereke pêk tê. Ew şax jî bi zar tên binavkirin. Ji vî aliyî valatiyeke mezin heye û bandora vê valatiyê jî li ser tevahiya Kurdan çêbûye. Zimanê Kurdî grêdayî nasnameya gelê Kurd e. Lewma neteweyên dagîrker û hukimdarên axa Kurdistanê, ji bo têkbirina Kurdî hewl didin, heta bikaribin nasnameya Kurdan jî têk bibin. Vê pirosêsa esîmîlasiyonê, li gelek cihên Kurdistanê bandoreke mezin çêkiriye. Minak, li bakurê Kurdistanê jimara Kurdî axêvan kêm bûye û zimanê Tirkî di gelek warên cuda de cihê Kurdî girtiye. Ji ber vê yekê, em wek zimannasek Kurdî dimeyzînin û hewla ronîkirina rastiyên zimanewanî didin. Di vê gotarê de, em behsa malbata zimanê Kurdî, zarên zimanê Kurdî û têgehiştina di navbera van zaran de dikin û şîroveya rewşa heyî dikin. Ew jî bi palpiştiya çavkaniyên heyî û belavkirina formên rapirsî di Zanîngeha Koya de. Li gorî bersivên xwendekaran ku temena wan di navbera 18-30 salî de ye, me li Başurê Kurdistanê ji bo têgehiştina di navbera zarên Kurdî de modêlek ava kiriye.
DI MÎTOS, DÎROK Û ZARGOTINA KURDÎ DE “ROSTEMÊ ZAL”, 2014
Destana Rustemê Zal, ji mêj ve di nav miletê Kurd de jî hatiye zanîn û gotin. Ev serpêhatiyên Rostem, paşê bi destê Firdewsî hatine berhev kirin û ji ber ku farisî hatine nivîsîn wekî malê Persiyan hatine nîşandan. Firdewsî pirtûka xwe ya navdar “Şahname”yê de beşekî fireh serpêhatiyên Rostem re terxan kiriye. Rostem hember Tûraniyan mêrxasiyekî berbiçav nîşan daye. Jixwe xelkê Arî ye, ango Aryan. Arî peywekî pehlewîye û wateya wî “ yên ku bi agir in.” Peyva Arî dibe ku bê meneya yên ku êgir diparêzin jî be. Jixwe xelkên aryanê Zerduştî bûn û agir wekî tiştekî pîroz dihebandin .Li gor baweriyeke din jî Rostem û binemala wî Yarsanî bûne. Jixwe baweriya yarsanîtî jî heman heremê bi bandor bû. Navê rostem di nav heft fermandarên qenciyê, parêzerên yarsanitîyê de jî derbas dibe. Helbesteke Şa Îbrahîm Eyyût de pesnê Rostem tê dayîn û tê gotin ku Rostem çawa tola Siyawiş ji Efrasîyab stendiye
Loading Preview
Sorry, preview is currently unavailable. You can download the paper by clicking the button above.
Kültür ve Turizm Bakanlığı Yayınları [Ministry of Culture and Tourism Publications], 2023
Kürt tarihi, 2021
Dİ NAV EKOLÊN DENGBÊJÎYÊ DA CÎYÊ HUSEYNÊ FARÊ