Academia.eduAcademia.edu

Rewşa Bikaranîna Kurdî di Şaredariyê de

2016, Kovara Zend

Abstract

Piraniya zimanên gelên bindest di nav demê de tên bêhêzkirin û piştî wextekî jî tên windakirin an jî kuştin. Windabûna zimanekî dema ku êdî tu kes nemîne vî zimanî bikarbîne an jî ev ziman tenê nav malê de û ji aliyê nifşên mezin were axaftin pêk tê. Lê belê hinek ji wan di encama berxwedan û bedelên giran dikarin xwe biparêzin û werin ragihandin ji bo nifşên nû. Ev zimanên parastî ji bo ku werin pêşvebirin ne tenê nav malê û pêwendiyên rojane de, her wiha di qadên prestîja wan bilind de jî divê werin bikaranîn. Di serî qadên xweyî prestîjek bilind de saziyên fermî tê. Dibistan, şaredarî, banqe hinek ji van sazî ne. Di rewşa kurmancî de, mirov dibîne ku digel hemû hewl û zordestiyên dewleta tirk, kurmancî winda nebûye her çiqas gelek qadên wî yên bikaranînê hatibin kêmkirin û qelskirin jî. Lê belê, di nav deh salên dawîn de pêşketinek girîng çêbûye di derbarê hişyariya ji bo xweyî derketine kurmancî. Di encamê de jî qadên kurmancî hinek berfireh bûne. Qadên nû tên vekirin ji bo kurmancî. Ji bo pêşveçûnên xurttir, divê taybetî qadên fermî de serdestiya kurmancî çêbe. Di halê heyî de saziyên mîna dibistanên fermî venekirî ne ji bo kurmancî, bes ji 15 salan zêdetir e gelek şaredarî destê siyaseta kurd de ye. Diyar e xizmetên şaredariyên siyaseta kurd di gelek qadên jiyanê de bandoreke erênî pêk anîye. Gelo mirov dikare behsa bandoreke çawa ya şaredariyan bike di qada ziman de? Gelo heta çi astê, xebat û xizmetên şaredariyê de û pêwendiyên nav xebatkaran û bi gelê bajar û bajarokan kurdî tê bikaranîn? Ji bo fehmkirina rewşa zimanî ya di nav şaredariyê de, me rapirsînek sepand ser xebatkarên şaredariya bajareke mezin a Bakûrê Kurdistanê de.