Academia.edu no longer supports Internet Explorer.
To browse Academia.edu and the wider internet faster and more securely, please take a few seconds to upgrade your browser.
…
33 pages
1 file
Şarkiyat, Yıl 2019, Cilt 11 , Sayı 3, Sayfalar 1507 - 1523, 2019
Kurte Di vê xebatê de behsa yekem mewlûda kurdî (kurmancî) Mewlûda Mele Huseynê Bateyî hatiye kirin. Mewlûda Bateyî di nav kurdan de gelek navdar e ku di medreseyan de piştî Qûr'anê zarok hînê mewlûda wî dibin û ev berhem ji bo mewlûdnameyên din jî bûye çavkaniyeke sereke. Ji bilî vê ev mewlûd di şîn û şahiyan de tê xwendin, ji ber vê di nav kurdan de berhemeke pir girîng e. Di vê mewlûdê de Melayê Bateyî gelo çawa pesnê Pêxember daye, şêwazeke çawa bi kar anîye, kîjan rê û rêbaz û hunerên edebî bi kar anîye, bi zimanekî çawa nivîsandiye em li dû bersiva van pirsan ketin. Di gotarê de ewil pênaseya peyva mewlûdê hat kirin û dû re der barê kevneşopiya mewlûdê, jiyan û berhemên Bateyî de agahî hatin dayîn. Naveroka mewlûdê çi ye, Bateyî çawa behsa Pêxember kiriye, rêbazeke çawa bi kar anîye em li ser van mijaran sekinîn. Abstract This paper reviews the earliest Kurmanji-Kurdish mawlid written by Mullah Huseynê Bateyi. The Mawlid of Bateyi is very popular among the Kurds as children used to read it in madrasahs after learning how to read the Qur'an. Having served as a source for subsequent mawlids, Bateyi's Mawlid is recited in special occasions such as celebrations and mournings. This study first provides a definition of the word mawlid. Then, it goes into a brief presentation of the life and work of Bateyi. Finally, this paper analyzes Bateyi's Mawlid with a particular attention to the following questions: how does Melayê Bateyi praise the Prophet in his Mawlid? What kind of a literary style does he use? What methods and literary arts does he employ? What kind of a linguistic style does he use in penning his work?
Mafê çapkirina nivîsaran, tenê di destê lijneya weşanê de ye. Lê nivîskar ji naveroka nivîsarên xwe berpirsîyar in. Herweha nivîsên ku ji kovarê re têne şandin, neyêne weşandin jî li nivîskar nayêne vegerandin û bi şertê ku çavkanî bê nîşandan, jêgirtina ji kovarê serbest e.
KURDÎNAME, 2020
Plagiarism/Întîhal: This article has been reviewed by at least two referees and scanned via ithenticate plagiarism website //Ev gotar herî kêm ji alîyê 2 hakeman va hatiye nirxandin û di malpera întîhalê ithenticate ra hatiye derbaskirin. Kurte Şêx Qutbeddînê Korikî (k.d. 1979) yek ji helbestvanê klasîk e ku mexlesa "Xakî" bi kar aniye. Korikî di dergahê Şêx Seydayê Cizîrî yê girêdayî şaxa Basretê de perwerde bûye û hem îcazeya xwe ya ilmî hem jî ya xelîfetiyê ji Şêx Seyda wergirtiye. Her çend di perwerdehiya takekesî ya Korîkî de para malbata wî çêbûbe jî di geşedana wî ya ilmî, tesewifî û edebî de Şêx Seyda û dergahê wî bandoreke xurt lê kiriye. Korikî digel xebatên xwe yên ilmî û tesewifî kesayetekî ku aliyê wî yê edebî jî heye û xwedî berhem e. Li gorî agahiyên li ber dest Xakî, bi Kurdiya Kurmancî 'eqîdenameyeke menzûm, mewlûdeke nîvco, xezelek û du muxemmesan nivîsiye. Korikî bi 'eqîdenameya xwe bûye şopînerê Ehmedê Xanî. Di 'eqîdenameya wî de ji hela şêweyê ve bandora Melayê Bateyî û Mela Xelîlê Sêrtî jî eşkere ye. Korikî bi mewlûdnameya xwe jî Melayê Bateyî şopandiye. Xakî di xezela xwe ya musemmet de Melayê Cizîrî teklîd kiriye. Di muxemmeseka wî ya ku li ser Şêx Seydayê Cizîrî nivîsiye de ji aliyê şêweyê ve bandora Melayê Cizîrî, di ya din de jî bandora Şêx Ebdurehmanê Aqtepî tê dîtin. Ev xebat li ser jiyan, berhem û kesayetîya edebî ya Şêx Qutbeddînê Korikî hatiye kirin. * Hin beşên vê xebatê bi sernavê "'Eqîdenameyeke Menzûm: Hazîhî Hediyyetu'l-Îxwan fî ̒ Eqîdetî'l-Îman a Şêx Qutbeddînê Korikî", di sala 2019an de wek teza lîsansa bilind li Zanîngeha Mardîn Artukluyê, Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê, Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî hatiye pêşkeşkirin. Xebat bi piştî hin agahiyên nû û guherînan hatiye amadekirin.
The Journal of Mesopotamian Studies, 2022
Oral performances have important information regarding collective memory in the societies that do not have a written culture. As the Kurds did not keep a written record of their history, they benefited immensely from the products of oral culture in order to keep alive their collective memory. Dengbêjs are the primary carriers of Kurdish oral performances. Especially to understand the way in which the historical events in the 20th century have been viewed by the members of Kurdish society, it is important to examine Kurdish oral culture from the point of view of memory. The songs of dengbêjs are primary sources for the study of history far from the effects of official narrative. This article examines the traces of collective memory in Dengbêj Şakiro’s song known as “Asyayê”. This song is about about the armed conflict between Ferzende and Iranian forces. The article aims to shed light on the role of collective memory through the historical events related in this performance. The conditions that paved the way to the chanting of the song are also explored in a bid to understand its effect on collective memory. Then, based on written and oral sources, the article sheds light on Ferzende, i.e. the main character of the song. Finally, the article analyzes the role of this particular piece in shaping collective memory. Keywords: Ferzende Beg, Besra, Asyaye, Dengbêj Şakiro, Collective Memory, Kilam
Wêje û Sirgûn
WERGERA JI ÎNGILÎZÎ: SİNAN GÜLTEKİN Ev gotar versîyona berfirehkirî ya gotara min " Di Navbera Cih û Mekanê de: Şêmûga Bergehê " ye, ya ku min di konferansekê de peşkeş kirîye. Li Dublinê, Trinity College, Hezîran 2014.
PIRSGIRÊKA SÎAWÛŞ, ZEMBÎLFIROŞ Û YÛSIF, 2017
Sîawûş, Zembîlfiroş û Yûsif sê zilamên ne rêzê ne ku neheqîya sê jinên bimêr, dilberdana wan ya nerewa û xweparastina wan ya ber destdirêjiya wan jinan heta roja îro bûne mijara gelek cureyên wêjeyê û hunerê. Çîrokên wan sê zilaman û her sê jinan nemaze di nav wêjeya Rojhilat de gelek berbelav e û bi navên Sîawûş û Sûdabe, Zembîlfiroş û Gulxatûn û Yûsif û Zuleyxayê navdar in. Tiştê ku bala meriv dikişîne û çîroka wan ji rêzê derdixe ew e ku yên sewdaser dibin û pey dilketiyên xwe har û dîn dibin ne mêr in, jin in û jinên bimêr in. Ev mijar çawa bûye behsa wêjeya Rojhilatî helbet di nav wêje û zargotina kurdan de jî cihê xwe girtiye û gelek şêweyan hatiye honandin. Em ê di vê xebatê de hewl bidin behsa van her sê kesan bikin û hevbeşîya wan raxin ber çavan. Ji bo ronîkirina mijarê helbet em ê pala xwe bidin nimûneyn zargotina kurdî.
XANÎNASÎ, 2021
Kurte Ev gotar wek babet li ser rengvedana mûsîqayê ya di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de radiweste. Di piraniya cureyên edebiyata klasîk a Kurdî de mûsîqa wek nirxeke sembolîk xuya dibe û bi kargîniyên xwe yên cihêreng têkalaviya berheman dikemilîne. Armanca vê xebatê ew e ku nîşan bide bê ka di Mem û Zîn'ê de mûsîqa û amûrên mûsîqayê bi sembol û nirxên wateyî çawa hatine kardarkirin, ji hêla rûxsarî û naverokî ve erkeke çawa hilgirtine û bi tevahî ji bo ton û atmosfera mesnewiyê atmosfereke çawa afirandine. Di encamê de taybetmendiya şêwaza Xanî ya sûdwergirtina ji mûsîqa û amûrên mûsîqayê hatiye pêşkêşkirin. Ev xebat ji hêla bikaranîna mûsîqayê ve ji bo berawirdkirina bi mesnewiyên din dikare angaştên peywendîdar dabîn bike. Peyvên Sereke: Edebiyata Kurdî ya klasîk, Mem û Zîn, Mûsîqa, Amûrên mûsîqayê, Ton, Atmosfer Özet EHMEDÊ XANÎ'nin MEM Û ZÎN ADLI ESERİNDE MÛSİKİ Bu makale Ehmedê Xanî'nin Mem û Zîn adlı mesnevisinde mûsikinin esere yansımalarını konu edinmiştir. Klasik Kürt edebiyatının birçok türünde mûsiki sembolik anlamlar yüklenerek karşımıza çıkar ve çeşitli işlevler üstlenip eserlerin kompozisyonunu tamamlar. Bu çalışmada Mem û Zîn mesnevisinde mûsiki ve mûsiki aletlerinin sembolik anlamlarla kullanımı, biçim ve içerik açısından ne tür işlevler üstlendikleri ve mesnevinin tonu ve genel atmosferi açısından nasıl bir etki oluşturdukları gösterilmeye çalışılmıştır. Sonuç olarak Xanî'nin musiki ve musiki aletlerinden anlatımsal öğeler olarak yararlanma biçimi gözler önüne serilmiştir. Bu çalışmanın savları, mûsikinin kullanılma biçimi bağlamında diğer klasik edebiyat eserleriyle karşılaştırmada kullanılabilecek türdendirler. Anahtar Kelimeler: Klasik Kürt edebiyatı, Mem û Zîn, Mûsiki, Mûsiki aletleri, Ton, Atmosfer
KURTE Di edebiyatê de têgehên mîna pexşan û ceribandinê gelek caran tên bikaranîn. Helbet her yek ji van têgehan pênaseyeke xwe û di edebiyatê de temsîliyeteke xwe heye. Di vê gotarê de armanc ew e ku di edebiyata kurdî de wek binavkirina têgehî cudahiya di navbera pexşan û ceribandinê de çi ye? Dîrokçeya wan her du cureyan digihîje heya kîjan serdemê? Taybetiyên wan çi ne? Mînakên wan ên şênber çi ne û nivîskarên ku di vê qadê de nivîsîne kî ne ? bide zanîn. Di serî de me ev her du cure pênase kirin û da zanîn ku pexşan nivîsandina bê riste ye û nivîsarên bêriste dikevin vê kategoriyê û her wiha ceribandin jî ew cureyeke edebî ye ku wek rêbaza pexşankî tê nivîsandin, lê belê li gor cureya xwe xwemaliyên xwe yên edebî hene. Ji ber ku mesele zelatir be me hin mînakên her du cureyan hem ji edebiyata cîhanê hem jî ji edebiyata kurdî nîşan da. Me di dawiya vê gotarê de jî li ser çend ceribandinên kurdî nirxandinek pêk anî û em gihiştin wê encamê ku ceribandin wek warekî serbixwe di edebiyata kurdî de cihekî qedîm û xurt digire. Bêjeyên Sereke: Edebiyat, Kurdî, Pexşan, Ceribandin
Parçeyekî giring yê ku “kaînata dînî” ya Êzidîyan dişemilîne zêdetir xwe dispêre vegêranên weku mît û bawerîyên dînî. Heta niha gelek pirtûk li ser Êzidîyan hatibe nivîsîn jî derheqê mîtolojîya wan da me xebateke berfireh peyda nekiriye. Me kêmanîya şiroveya sembolên mîtîk yên Êzidîyan hîs kirîye ku em dixwazin bi çavekî şiroveyî li mîta afirîne binêrin. Ji ber ku îcrakirina vegêranê bi tradîsyona devkî bûye, me bala xwe da Qewlên Êzidîyan ku ew parçeyên mîta afirînê jî din av xwe da dihewîne. Me bala xwe da ser sê sembolên balkêş: durr, kase û mar. Em gihiştin vê encamê ku ev sembol hem ji alîyê dînî hem ji alîyê madî ve dikarin bên şirovekirin û bi vî awayî xweştir kultur bê naskirin. Durr û kase ji alîyê dînî ve insanê kamil û dil; ji alîyê madî ve jî çêbuna insan di malzarokê da temsîl dike. Mar jî ji alîyê dînî ve nefs û ji alîyê madî da dualîzmê temsîl dike. Di mîta afirînê da hem Xweda û hem jî insan tekamula xwe datîne ber çavan. Bêjeyên Sereke: Mîta afirînê, Êzidî, sembol, durr, kase, mar.
JMS, 2023
Yek ji pênaseyên herî manadar û balkêş ên mîtosê ew e ku ew zanîna seretayî, çîrokên afirandinê û endîşeya li ser hebûnê ye. Ya ku mîtosê xurt kiriye û zinde girtiye jî bawerîya pê ye. Sîmir û manaya wê jî hebûneke mîtolojîk a Kurdo-Îranî ye ku li ser afirandinê û xisûsen di afirandina her heyînekê da tecellîya herî nêzîk a Xweda ye. Raz û sirreke xwedayî ye. Kan û çavkanîya bereketê ye û hêj gelek manayên din lê barkirî ne. Ew hîn di vegotinên mîtolojîk da jî weku teyrekê hatiye şayesandin û mirovan ew wisa xeyal kiriye ku xwedî perên biheybet, hêlîneke ezamet, dinyayeke derveyî vê dinyayê qasidek e ji bo mirovan. Nêzî heman tesewurên mîtolojîk di folklora Kurdî da jî Sîmir fîzîkî weku teyrekê lê bi gelek mana, raz û temsîlan dagirtî heta roja me hatiye neqilkirin. Bi rêbazeke analîtîk di vê xebatê da ev mana û temsîlên Sîmir ên di folklora Kurdî da hatine nirxandin. Ji aliyekî va manayên Sîmir ên mîtîk hatiye zelalkirin û ji aliyê din va rengvedana van manayan di folklora Kurdî da hatiye destnîşankirin. Di encama lêkolîneke bi vî rengî da em gihiştine wê qenaetê ku Sîmir fer/îlahî ye, Sîmir çavkanîya hebûnê ye û Sîmir bi hêz û zana ye. Sîmir di folklora Kurdî da jî weku rêber, pêşbîn, kahîn, perwerdekar, hekîm, alîkar, hêzdar û totema lehengan û heta weku ferîşte û ne ji vê dinyayê lê qasideke di navbera vê dinyayê û dinyayên din da ye.
Loading Preview
Sorry, preview is currently unavailable. You can download the paper by clicking the button above.
e-Şarkiyat İlmi Araştırmalar Dergisi, 2019
Kurdiname, 2022
Kompetisi basket selama pandemi COVID-19, 2020
BÛYERA MÛSA BEGÊ MÛŞÊ Û GULÎZARÊ DI KILAMÊN DENGBÊJÎYÊ DE, 2021
The Journal of Mesopotamian Studies, 2020
Wêje û Rexne, 2015
website AmidaKurd, 2022
Amida Kurd, 2019
DergiPark (Istanbul University), 2023
Dİ NAV EKOLÊN DENGBÊJÎYÊ DA CÎYÊ HUSEYNÊ FARÊ