Academia.eduAcademia.edu

Ehmedê Xasî, Berhemên Wî û Kesayetîya Wî Edebî

2021, The journal of mesopotamian studies

Alimê serdema Dewleta Osmanî Xasî, wekî ronakbîrekî Dîyarbekirê, bi edebîyat û îlmê Îslamî re meşxûl bûye. Digel tehsîla îlmên klasîk ên medreseyên serdema xwe, ew bi îlmê tesewwuf, fiqih, û kelamê re jî eleqedar bûye. Wî di biwarê kelam û edebîyatê de hem berhem dane hem jî li pêşberî rûdanên civakî-sîyasî reftar û helwesta xwe nîşan daye. Xasî wekî helwesteke bertekî, li hember rûdanên dewrê, dev ji wezîfeya xwe ya fermî berdaye û kesayetîyeke azad tercîh kirîye. Ji ber vê, rayedarên wê serdemê, tehde lê kirine, ew sirgûn û zindanî kirîye. Ew bi vê xweragirtinê gihaştîye asta muderristî, muftîtîyê, nivîskarîya îlmê kelamê û di qada tesewwufê de derketîye payeya xelîfetîyê. Wekî edîbekî kurmanc û dimbilîyan, wî mesnewîyeke Me lidê, bi kirmancî/ zazayî, mulemme'eke pênczimanî û çend helbestên din bi kurmancî, erebî, tirkî û farisî hûnane. Digel van, wî çend berhemên îlmî-kelamî bi zimanê erebî hûnaye. Li hember bîr û boçûnên dijberî Ehlê Sunnetê, wekî alimekî Eş'erî, wî bi berhemên xwe bi awayê çalak eqîdeya Îslamî parastîye. Şexsîyeteke wiha binavûdeng ku li herêma kurmanc û