Academia.edu no longer supports Internet Explorer.
To browse Academia.edu and the wider internet faster and more securely, please take a few seconds to upgrade your browser.
2023
…
90 pages
1 file
hemû kurteçîrokên ji sala 2019an heta sala 2023an
2023
hemû kurteçîrokên ji sala 2019an heta sala 2023an
2023
Di maweya 23 salên nivîskariya çalak de min hewl da ku gelek warên nivîşkan ên ziman û wêjeya kurdî bi xebatên destpêkî dagirim; lê mixabin carinan şert û mercên jiyanê ewqasî ez tengijandim ku dev ji hinek projeyên xwe berdim. Wan rojên han min li arşîva xwe nihêrî û dosyeyên tekstan tesele kirin; derkete holê ku naveroka hinek dosyeyan vala ye, tê de paragrafek û didu hene yan tunene, nehatine kemilandin. Bi rastî ez nirx û erzişê didim her nivîseke xwe; çi hatibe kemilandin û weşandin, çi jî wekî projeyekê hatibe sêwirandin û nehatibe temamkirin. Bi vê helwestê min hemû nivîsên xwe yên nivîşkan, weşandî û neweşandî derxistin ser maseyê; li gorî mijaran senifandin.
2023
Ev berhem encama deh salên xwendin û lêkolînan e ku me di qalibê mirovnasiyê (antropoljiyê) de ro kiriye; bêguman berî me jî hinek hewldanên antropolojiyê yên destpêkî hatine amadekirin. Hêjayî diyarkirinê ye ku “Adat û Rusûmatnameyê Tewayifê Ekradiye” (Mela Mehmûdê Bazîdî, 1859) ji bo mirovnasiya kurdî çavkaniyeke girîng e; lê dîroka nivîsandina wê vedigere berî 150 salî û hem di heyama xwe de hem jî piştî nivîsandinê li ser bingehên zanistî yên pîvandî nehatiye rûniştandin. Lewre pêwistî bi lêkolîn û lêgerînên nûjen heye ku mirovnasiya kurdan li ber ronahiya zanistên hevçerx ji nû ve bê şirovekirin; lê belê berî şirovekirineke pirşaxî ya baş divê awireke giştî li bingehê zimanî-çandî yê mijara navbihurtî bê gerandin. Îcar ev xebata destpêkî -bi vê mebestê- ji pênesayên zanistî dest pê dike, hebana zimanê kurdî hildiqevşîne ku peyvnasiya mijarê têkûz bike û piştre hewl dide ku “samana zimanî-çandî ya mirovnasiya kurdî” derxe ber ronahiyê. Me di beşa pêşîn a vê xebatê de bi awayekî giştî mirovnasî pênase kiriye ku bê ka ev şaxa zanistê bê kêrî çi tê; di beşa duyem de me kurd di çarçoveya pênasekirinên bihurtî de dana nasandin. Di beşa sêyem de me awireke kurt berdaye ser antropolojiya Kurdistanê û çend mijarên dîrok û nasnameya kurdistanî ronî kirine; di beşa dawîn de jî me li gorî antoplojiya meydanî hinek mijarên zimannasiya kurdî pêşkêş kirine. Divê bê gotin ku ev beşa paşîn ji hinek xebatên meydanî yên weşandî pêk tê û çendek ji wan nivîsên me yên hevpar in ku keda Evdilah Haciyan, Hisên Belede û M. Baqir Aşinayî jî tê de heye. Omitê Mistefê Bazîd, 2023
Loading Preview
Sorry, preview is currently unavailable. You can download the paper by clicking the button above.
SEMBOLA “XIRABÎYÊ” DI BÎRA KOLEKTÎF YA KURDAN DE: MÎTOSA ZEHAK DI ŞAHNAMEYÊN KURDÎ DE, 2024
Jurnal Hirarchi Vol. 16 No. 2 Agustus 2019, 2019
Balai Arkeologi Daerah Istimewa Yogyakarta, 2019
PIRSGIRÊKA SÎAWÛŞ, ZEMBÎLFIROŞ Û YÛSIF, 2017
DI MÎTOS, DÎROK Û ZARGOTINA KURDÎ DE “ROSTEMÊ ZAL”, 2014
Di Kurdîya Kurmancî de Îzafeya Berfirhebûyî (Devokên Başûrê Rojhilatê û Başûrê Rojavayê), 2020
Şarkiyat, Yıl 2019, Cilt 11 , Sayı 3, Sayfalar 1507 - 1523, 2019
«Пророк Заратуштра. По страницам «потерянной» истории», 2018
KURDÎNAME, 2020