Here naverokê

reh

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Rehên darekê.

reh (devokên navendî) m yan (devokên rojhilatî) n

  1. (riweknasî) Parçeyên jêrîn yên riwekan (bi taybetî yên di bin axê ve).
    Hevmane: kok, rewa, rîş, ripî, riç, cille
  2. Binyat, bingeh, serekanî, esil, esas.
    • Min got ku kûçikê wî ji tuxmekî baş, ji reheke kûçikên xweşik bû. — (Biyanî, Albert Camus, Weşanên Nûdem)
  3. (zimannasî) Parçeya peyvan ya herî biçûk
    • Pêşpirtik pirtikên wisan in ku tên berî peyva xwerû yan rehê peyvê yan jî peyva ku ji xwe hin pirtikên din pê ve hene — (2015 kanûna pêşîn 12, Husein Muhammed, “Pirtikrêzî anku morfotaksî”, li ser zimannas.wordpress.com[1])
    • Da-hat-û (da: paşdaçek, hat: rehê dema borî ya lêkera hatinê, û: gîhanek) Çi têkilîya vê bi dema bê ra heye? De were îca safî bike! — (2017 gulan 21, Ewdil Ararat, “Ji bo weqfa Mezopotamyayê II”, li ser Rojnameya Kurdistan[2])
    • Dema kirde diyar be jî, veşartî be jî bi paşgira kesane ya tê pey rehê lêkerê, xwe diyar dike û têgihîştinê dide çêkirin. — ((Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), Hesen Huseyin Deniz, “Di Zimanê Kurdî de Hevok û Erka Hevokan di Vegotinê de”, li ser pen-kurd.org[3])
  4. (nivîsbarî) birêvebera pergalên xebatê (bi gelemperî ya Linuxê)

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • Dê du siyeh sirmeyê çehvên xwe kit
    Xakê rehê yarê seba her sebah
    Toz û xubara seherê ber çimen
    — (~1640, Melayê Cizîrî, Dîwan)

Notên bikaranînê

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *wréh₂ds (reh), hevreha soranî ڕه‌گ (reg), farisî ریشه (rîşe), yûnaniya kevn ῥίζα (rihîza), latînî radix, fransî racine, îngilîzî root û wort, swêdî rot û ört, albanî rrënjë. Ji heman rehî: rih / , rêv.

Bi zaravayên din

[biguhêre]
  • Soranî: reg, rêşe
  • Feylî/Kelhurî: rîşe, reg
  • Zazakî: kok, ristim, rîşe, reya

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya root a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
[biguhêre]

reh n

  1. Binêre: