Here naverokê

jin

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /ˈʒɘn/
  • Deng (Amed): guhdar bike(file)
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: jin
[biguhêre]
Çend jinên navdar:
Sacagawea, Marie Curie, Marilyn Monroe, Mata Hari, Wu Zetian, Jeanne d'Arc, Nefertîtî, Indira Gandhi

jin m

  1. Mirovên (bi taybetî yên mezin).
    Hevmane: xanim, afret, kuflet, kulfet, pîrek
    Jornav: mirov
    jineke ciwan / cehêl, jineke navsere, jineke pîr
    Du jin û sê zelam bûn.
    Êdî ne keçik e, bûye jin.
    • 2010, Mele Mehmûdê Bayezîdî, amadekariya Jan Dost, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Weşanxaneya Nûbihar, →ISBN, rûpel 46:
      Dîtin ko şer kete nêzûka malan, ew jin jî bi wan istûnkonan diçine şerî û yariya mêran dikin.
  2. Kesa zewicî, kesa şûkirî, hevsera mêrekî, hevjîna zelamekî.
    Hevmane: kebanî, kevanî, bermalî, pîrek, kuflet, kulfet, zewce
    Jornav: hevjîn, hevser, jinûmêr
    Ew û jina xwe hatin.
    Jina wî ne kurd e.
    Jina Azadî keça Şemsedînî ye.

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • ~1692, Ehmedê Xanî, Mem û Zîn:
    Şiklê ku we dîtî bêmeal e
    Meyla we bi qismê jin mehal e
    Meyla beşerî beşer divêtin

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina jin
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî jin jin
Îzafe jina jinên
Çemandî jinê jinan
Nîşandera çem. jinê wan jinan
Bangkirin jinê jinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî jinek jinin
Îzafe jineke jinine
Çemandî jinekê jininan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]
  • jinik
  • jink
  • jinkok (ji bo jinên nejidil yan zahirî, jinên ku karên xwe nejidil dikin)

Jêrnav

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *gʷḗn, forma çemandî ya *gʷnéh₂-. Hevreha soranî ژن‎ (jin‎), kurdiya başûrî jin, lekî jin, jen, goranî/hewramî jenî, zazakî cenî, cinî, partî 𐫋𐫗‎ (j'n), belûçî جن (cen), farisî زن (zen), tacikî зан (zan), farisiya navîn 𐫉𐫗‎ (zen), bextiyariya kevn ζινο (zino), avestayî 𐬘𐬇𐬥𐬌‎ (jə̄ni, /ceni/) û 𐬘𐬀𐬌𐬥𐬌‎ (jaini, /ceyni/) û 𐬘𐬄𐬥𐬌‎ (jąni, /ceni/) û 𐬔𐬆𐬥𐬁‎ (gənā) û 𐬖𐬆𐬥𐬁‎ (γənā), sanskrîtî जनि (jani) (jáni), osetî зӕнӕг (zænæg), rusî жена́ (žená) (žená, /jêna/), bulgarî жена́ (žená, /jêna/), çekî û slovakî žena, serbokroatî жѐна / žèna, polonî żona, yûnaniya kevn γυνή (gunḗ) (gunê), ermenî կին (kin) (kin), swêdî kvinna, norwecî kone, danmarkî kvinde, îngilîzî queen (şabanû, qiralîçe)...

Berovajî baweriya berbelav, ne hevreha peyvên jîn, jiyan e.

Hevmaneyên wê afret, kulfet/kuflet, hurmet ji erebî hatine wergirtin û wek li cihê peyva "jin" hatine bikaranîn ji ber ku "jin" peyveke nîv-tabû ye/bû.

Herwiha binêre

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]
  • Soranî: jin, afret
  • Kurdiya başûrî: jin
  • Lekî: jin, jen
  • Hewramî: jenî
  • Zazakî: cenî, cinî

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya woman a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya wife a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.