Here naverokê

Serma

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nîşandana rûyê molekuler ê varyanteke rînovîrusa mirovî

Serma, nezle an jî enfeksiyonên grîpê, kelîmeyên bêyî pênaseyên bijîşkî yên tam in ku ji bo danasîna nexweşiyekê vîrusî ya tûj a rêyên hilmijê yên jorîn têne bikaranîn; ew nexweşiyan bi taybetî tesîrê li parzûnên mukozê yên pozê (tevî sînusan), gewrî û qirrika dereng dike.[1]

Sîmptomên yekê dikarin kêmtir ji du rojan piştî rûbirûbûna bi vîrusê re derkevina holê. Sîmptomên gelemperî ew in: kuxik, êşa qirikê, herikîna pozê, kuxîn (pişmîn), serêşî û tayê. Kesên ku bi vîrusê ketine, bi gelemperî di nav heft heta deh rojan de qenc dibin, herçend dibe ku hin sîmptoman heta sê hefteyan bidomin jî.

Pirtirî 200 cureyên vîrusan dibin sebeba sermagirtina asayî. Rînovîrus, koronavîrus, adenovîrus û enterovîrus di nav wan de yên herî belav in.[2] Ew vîrus di dema têkiliya nêzîk de bi rêya hewayê, an jî bi awayekî nerasterast bi rêya destdan li tiştên derdorê û piştre veguhastina wan bo dev an pozê, belav dibin.[1]

Pêketina bi sermayê di nava pitik û zarokan de gelekî berbelav e, lê bi zêdebûna temen re rêjeya wê kêm dibe. Dema ku pitikek dibe ku salê nêzîkî şeş heta heşt caran nexweş bikeve, ew hejmar ji bo zarokên neh-salî dadikeve sê heta pênc caran û ji bo mezinan jî dibe yek heta du caran.[1] Ew rêje dikare ji ber hin faktorên taybet ên rûbirûbûnê (wek hebûna xwişk-birayan, zarokxaneyê û hwd.) zêdetir bibe. Ji ber vê yekê, sermagirtina asayî nexweşiya enfeksiyonî ya herî berbelav e di nav însanan de.

Divê sermabûna asayî bi grîpa "rastîn" (arsim) re neyê tevlîhevkirin; grîpa rastîn li cem nêzîkî sêyeka kesên pê ketine, bi awayekî pir girantir derbas dibe û dikare bibe sebeba mirinê, bi taybetî ji bo kesên xwedî sîstema parastinê ya lawaz, wekî pitik û pîr û kalan.[3]

  1. 1 2 3 Allan GM, Arroll B (sibat 2014). "Prevention and treatment of the common cold: making sense of the evidence". CMAJ. 186 (3): 190–9. doi:10.1503/cmaj.121442. PMC 3928210. PMID 24468694.
  2. "Common Cold". Centers for Disease Control and Prevention. Ji orîjînalê di 1 sibat 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 kanûna paşîn 2021.
  3. Eccles R (2023). "Common cold". Frontiers in Allergy. 4 1224988. doi:10.3389/FALGY.2023.1224988. PMC 10324571. PMID 37426629.