Mînos
| Mînos Μίνως | |
|---|---|
| Perestvan | mîtolojiya yewnanî |
| Tekst | Divina Commedia |
| Zayend | Mêr |
| Agahiyên kesane | |
| Dê û bav | |
| Xwişk û bira | |
| Hevjîn |
|
| Zarok |
|
| Xanedan | Pasîfaê, Deksîtea, Krêtê, Itone |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Mînos keyê Mîkenê ya mîtolojîk e. Di gor mîtolojiya yewnanîyê kurê Zeus e. Desthilatdariya girava Girîtê dike. Hevjina wî jî Pasîfaê ye.

Efsane û Rastiyên Wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mînos navê xwe daye şaristaniya yewnanî ya kevn. Ji ber wê tê bawerkirin ku ew di çanda yewnanî de kesayîteke girîng e.
Li gorî Hêrodotos ew ji Zeûsê ferman distand û wisa hukimdarî dikir. Qanunnameyên Girîtê û raseriyên deryayan wî avakiriye.
Heman demê di berê yewnaniyan desthilatdariya Fînîkyayiyan di Deryaya Navîn hebû. Taybetî jî li Girîtê hikûm kiribûn. Em dibînin ku dîya keyê Girîtê Europê jî li gorî mîtolojiya yewnanî dotmîra Fînîkyayê bû. Ji ber vê yekê tekiliyên wî û şaristaniya Fînîkya tê dîtin.
Ew carna wek keyekî adil carna jî desthilatdareke zalim xwe nîşan dide. Ji ber wê fikra hebûna du heb Mînosê kete pêş. Li gorî hin helbestvanên demên dereng yekê Mînosa qanunnas ya din jî Mînosa zalim bû. Ew ne heman kes bûn. [1]
Çîroka Wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ew sê bira bûn li Girîtê, ba key Asterîon mezin bûn. Navê birayên wî Sarpêdon û Radamantîs bû. Ew her sê zarokên Zeusê bûn. Key wan wek zarokên xwe xwedî kiribû.
Asterîon pêşiya mirina xwe textê da Mînosê. Keyê nû birayê xwe Sarpedonê (li gorî hin çavkaniyan Radamantîsê) şande sirgûnê.
Piştî mirina wî, ew di dinyaya binerdî de bû dadgerê miriyan.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |