James Cook
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Mirin | |
| Kurteya nivîskar a botanîk |
Cook |
| Hevwelatî |
Brîtanyaya Mezin (en) |
| Pîşe | |
| Bav |
James Cook (d) |
| Dê |
Grace Pace (d) |
| Hevjîn |
Elizabeth Cook (en) (dp. ) |
| Zarok | |
| Qada xebatê | |
| Endamê | |
| Artêş |
Royal Navy (en) |
| Payeya leşkerî | |
| Xelat |
Person of National Historic Significance (en) Copley Medal () |
James Cook (jdb. 7ê mijdara 1728an - 14ê sibata 1779an) efser, kaşif û kartografekî Hêza Deryayî ya Qiraliteya Brîtanyayê bû ku di navbera salên 1768 û 1779an de sê rêwîtiyên keşfê ber bi Okyanûsa Pasîfîk û Okyanûsa Başûr ve bi rê ve biriye. Wî yekem gera dorhêlî a belgekirî ya giravên sereke yên Zelendaya Nû temam kiriye û yekem serdana belgekirî ya ewropiyan ber bi perava rojhilatê Awistiralyayê û giravên Hawaii ve bi rê ve bir.
Cook di gençîtiyê xwe de tevlî hêza deryayî ya bazirganî a Brîtanyayê bû berî ku di sala 1755an de tevlî Hêza Deryayî ya Qiraliyetê bibe. Wî cara ewil di dema Şerê Heft Salan de, çaxa ku di dorpêça Louisbourgê de şer kiriye, şer dît.[1] Paşê di şer de wî piraniya deriyê Çemê St. Lawrence di çaxa dorpêça Quebecê de lêkolîn kiriye û xerîteyek çêkiriye. Di salên 1760î de wî perava deryayê ya Newfoundland nexşe kir û çavdêriyên astronomîkî yên giring kirin ku ew anîn bala amîraltî û Civaka Qiraliyetê. Ev pesnê di wextek giring de di keşfkirina derveyî welêt a Brîtanyayê de hat û ev yek bû sedema wezîfedarkirina wî di sala 1768an de wekî fermandarê HMS Endeavour ji bo yekem ji sê rêwîtiyên wî.[2]
Di van rêwîtiyan de, Cook bi deh hezaran kîlometre li ser deverên ku bi piranî nehatine xerîtekirin geriya, xetên peravê, girav û taybetmendiyên li seranserê dinyayê bi hûrgiliyên ji yên ku berê hatine xerîtekirin bêtir xerîte kir - di nav de Girava Paskalyayê, Alaska û Girava Başûrê Georgiayê.[3][4] Wî bi gelek gelên resen re têkilî danî û çend herêm ji bo Qiraliteya Brîtanyaya Mezin îdîa kiriye. Bi deryavanî û wêrekiya xwe ya bêhempa di demên xetereyê de mevşur bû, ew sebir, berdewam, hişyar û jêhatî bû, lê carinan jî bi qer bû. Beşdariyên wî di pêşîlêgirtina skorbûtê, nexweşiyeke hevpar di nav deryavanan de, bû sedem ku Civaka Qiraliyetê Madalyaya Zêrîn a Copley bide wî.[5]
Di sala 1779an de, di serdana xwe ya duyem li Hawaii de, Cook dema ku nîqaşek bi resenên Hawaiiyê re veguherî tundûtûjiyê û hatiye kuştin.[6] Seferên wî mirateyek zanîna zanistî û cografyayî hiştin ku tesîr li ser cîgirên wî heta sedsala 20ê kiriye. Li çaraliyê dinyayê gelek bîrdarî ji wî re hatine veqetandin.[7]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ Hough 1994, rr. 14–23.
- ↑ Thomas 2003, rr. 18–20.
- ↑ Salmond 2004, rr. 2–4,314–316.
- ↑ Thomas 2003, rr. 261–269.
- ↑ Thomas 2003, r. 358.
- ↑ Thomas 2003, rr. 389–391.
- ↑ Hough 1994, r. 33.
Bîbliyografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Hough, Richard (1994). Captain James Cook. W. W. Norton. ISBN 0393036804. Roja gihiştinê 30 gulan 2025.
- Thomas, Nicholas (2003). Cook: The Extraordinary Voyages of Captain James Cook. Walker & Co. ISBN 0802777112. Roja gihiştinê 3 hezîran 2025.
- Salmond, Anne (2004) [2003]. The Trial of the Cannibal Dog: The Remarkable Story of Captain Cook's Encounters in the South Seas. Penguin Books. ISBN 0141021330.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Li Wikimedia Commons medyayên di warê James Cook de hene