Here naverokê

Gîsin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gamêşeke bo gîsinê li Laosê tê bikaranîn

Gîsin amûreke çandiniyê ye ku ji bo nermkirin an zivîrandina axê berî çandina bizar an şitilan tê bikaranîn. Di çaxên berê de gîsin bi rêya ga û hespan dihatin kişandin, lê gîsinên modern bi traktoran têne kişandin. Dibe ku çarçoveya gîsineke ji dar, hesin an pola be û tîxek (an jî perçeyekî birrînê) lê hatibe girêdan da ku axê bibire û nerm bike. Ew amûr di piriya tarîxê de ji bo çandiniyê bûye elementeke bingehîn.[1] Gîsinên herî kevin bêçerx bûn; ew cure gîsin di nav romayan de wekî aratrum dihat zanin. Gelên keltî yekê car di çaxa Romayê de dest bi bikaranîna gîsinên biçerx kirin.[2]

Armanca sereke ya gîsinê ew e ku axa herî jor were zivîrandin,[3] xurdemeniyên teze bînin ser rûyê erdê[4] di eynî çaxê de giya û bermayiyên çandiniyê ji bo rizîbûnê têne veşartin. Xendekên ku bi gîsinê têne birîn wekî xendekan têne binavkirin. Di karanîna modern de, zeviyek gîsinkirî bi gelemperî tê hiştin ku hişk bibe û dûv re berî çandinê tê paqijkirin. Gîsinkirin û çandina axê naveroka qata jorîn a 12 heta 25 santîmetre a axê ku piriya kokên xwarina nebatan lê mezin dibin, wekhev dike.

Gîsin ji hêla însanan hatiye pêşxistin, lê bikaranîna heywanan bêhtir biqîmet bû. Heywanên ewil ku di wî warî de hatin bikaranîn ga bûn. Paşê li gelek deveran hesp û qantir jî hatin bikaranîn. Bi şoreşa pîşesaziyê re derfeta bikaranîna motorên hilmê ji bo kişandina gîsanan peyda bû. Di destpêka sedeya 20ê de jî, traktorên bi motorên şewata navxweyî cihê wan girtin. Petty Plough (Gîsana Petty) îxtirake giring bû ku di salên 1930î de li Awîstralyayê ji bo ajotina nav rêzên baxçeyên fêkiyan dihat bikaranîn.

Li hin deverên ku rastî metirsiya xirabûna axê û erozyonê tên, bikaranîna gîsina kevneşopî kêm bûye. Li şûna wê, gîsina kêmkûr an jî metodên din ên parastina axê yên ku ziyaneke kêm digihînin wê, tên bikaranîn.

Gîsin di yek ji eserên herî kevn ê edebiyata nivîskî ya ku heta roja me maye de cih digire, esereke ji hezarsala sêyê b.z.. Di wê eserê de ku şiîreke nîqaşê ya sumerî ye bi navê "Nîqaşa di navbera çelûk û gîsinê" de, gîsin wekî kesayetiyek tê temsîl kirin û bi amûreke din re; yanî çelûkê, li ser wê yekê nîqaşê dike ka kîjan çêtir e.[5]

  1. ↑ "Anglo-Saxon 7th Century plough coulter found in Kent". BBC News. 7 nîsan 2011.
  2. ↑ Collingwood, R. G.; Collingwood, Robin George; Nowell, John; Myres, Linton (1998) [1936]. Roman Britain and the English Settlements. Biblo & Tannen Publishers. r. 211. ISBN 9780819611604.
  3. ↑ "Plow". Encyclopaedia Britannica. Roja gihiştinê 16 îlon 2018.
  4. ↑ Sahgal, A C; Sahgal, Mukul. Living Sci. 8 Silver Jubilee. India: Ratna Sagar. r. 7. ISBN 9788183325035.
  5. ↑ Jiménez, Enrique (2017). The Babylonian disputation poems. Culture and history of the ancient Near East. Leiden; Boston: Brill. rr. 13–18. ISBN 978-90-04-33625-4.