Ewrasya
Ewrasya | |
|---|---|
| 50°Bk 80°Rh / 50°Bk 80°Rh | |
| Pêk tê ji | |
| Rûerd | |
| Nifûs | 5.348.554.000 (2019) |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Ewrasya biwêjeke erdnîgarî ye ku parzemînên Asya û Ewropayê wekê parzemîneke yekgirtî rave dike.[1] Parzemîn bi yekkirina parzemînên Asya û Ewropayê qadeke berfireh werdigire ku bi qasê 55 milyon km² rûerd werdigire û bi qasê 5 milyar ji nifûsa cîhanê li ser vê parzemîna yekgirtî ya Ewrasyayê dijîn ku ev rêje ji nivê nifûsa cîhanê zêdetir e. Têgihiştina Ewropa û Asyayê wekê parzemînên ji hev cuda vedigere serdema kevnare û bi giranî xwedî taybetmendiyeke çandî ye lê sinorên wan di warê dîrokî de rastê guhertinê hatine. Wek mînak yewnaniyên kevnare di destpêkê de Afrîka di nava Asyayê de hesab kirine lê Ewropayê wekê axeke cuda didîtine. Ewrasya li Kanala Swêşê bi Afrîkayê ve girêdayî ye û carinan her du bi hev re hatine hesibandin ku behsa mezintirîn girseya bejahî ya yekbûyî ya li ser rûyê erdê, ango Afro-Ewrasya hatiye kirin.
Ev têgîna parzemînî ji demên antîk vir ve ye ku pir kes Ewropa û Asyayê wek parzemîneke tenê dibînin. Îro li dibistanên Japonê jî 5 parzemînên dinêyê ku yek ji wan Ewrasyayê hene. Li welatên Ewropaya Rojhilat jî Asya û Ewropa wek parzemînekê tenê tê ditîn.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ewrasya malavaniya gelek şaristaniyên kevnar kiriye ku di nav de şaristaniyên li Mezopotamyayê, Misir, geliyê Indusê û Çînê derketine hene. Di serdema aksiyal de (nîvê hezarsala yekem a b.z.) kembereke berdewam a şaristaniyan li seranserê herêma bin-tropîkal a Ewrasyayê, ji Okyanûsa Atlantîkê heta Okyanûsa Pasîfîkê dirêj bibû. Di heman demê de ev kember ji bo du hezar salan bûye xeta sereke ya dîroka cîhanê.
Ji serdema vedîtinan û vir ve pêwendiyên nû di navbera bin-herêmên Ewrasyayê de derketine holê ku ev yek bi vedîtina rêyên nû yên deryayî ji aliyê îberiyan ve di salên 1490î de[2] û herwiha bi temambûna qenala Suweyş a sala 1869an ve pêk hatiye ku rê li ber derbasbûna rasterast a di navbera herêma Hindistan û Deryaya Navîn de û pêla "emparyalîzma nû" ya Ewropaya Rojava ya ku heta nîvê sedsala 20an serdestiya Afrîka û Asyayê kiribû, vekiriye.[3] Hebûna komunîzmê li Ewrasyayê (ku bi giranî ji aliyê Yekîtiya Sovyetê ve dihat meşandin) piştre heta dawiya Şerê Sar ku di sala 1991ê bi dawî bûye, serdestiya beşeke mezin ê parzemînê kiriye.[4]
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Parzemîna mezin a Ewrasyayê ku bi giranî dikeve nîvkada bakur û rojhilat, ji Îzlenda û Nîvgirava Îberî ya li rojava heta rojhilatê dûr ê Rûsyayê û ji bakurê dûr ê Rûsyayê heta Asyaya başûrê rojhilatê ya deryayî ya li başûr dirêj dibe; lê belê sinorên din ên erdnîgarî yên taybet ên Ewrasyayê diyar dikin ku sinorê başûr li ser "xêza weberê" ye. Sinorên Ewrasyayê ji başûrê rojava ve bi Afrîkayê, ji rojava ve bi Okyanûsa Atlantîkê, ji bakur ve bi Okyanûsa Arktîkê, ji rojhilat ve bi Okyanûsa Pasîfîkê û ji başûr ve jî bi herêma hind-Deryaya Navîn hatiye diyarkirin. Dabeşkirina Ewropa û Asyayê wekê du parzemînan, biwêjeke civakî ya dîrokî ye, ji ber ku tu yek ji wan li gorî pênaseya asayî nîne; ji ber vê yekê li hinek deverên cîhanê, Ewrasya wekê parzemîna herî mezin di nav şeş, pênc an çar parzemînên Cîhanê de hatiye naskirin.[5]
Ewrasya nêzîkê 55 milyon kîlometreyên çargoşe an jî nêzîkê ji %36,2 yê tevahiya rûbera bejahî ya Dinyayê vegirtiye. Li ser vê bejahiyê zêdetirî 5 milyar mirov dijîn ku ev yek nêzîkê ji %70ê nifûsa mirovahiyê pêk tîne. Mirov cara ewil beriya 125 hezar salan ji Afrîkayê derbasê Ewrasyayê bûne û li wir bi cih bûne.
Li peravên Ewrasyayê gelek nîvgirav hene ku di nav van nîvgiravan de Nîvgirava Erebistanê, Nîvgirava Koreyê, Nîvparzemîna Hindistanê, Nîvgirava Anatoliyayê, Nîvgirava Kamçatkayê û Nîvgirava Îtalyayê hene.
Ji ber mezinahiya xwe ya berfireh û cûdahiyên di warê helîpanê de, Ewrasya hemî cureyên avhewayê yên li gorî dabeşkirina Köppenê vedigire ku di nav wan de cureyên herî dijwar ên germahiya bilind û nizm, asta barîna zêde û kêm û herwiha cureyên cihêreng ên ekosîsteman hene.
Ewrasya wekê superparzemînekê, beşek ji superparzemîna Afro-Ewrasya an jî bi tenê wekê parzemînek serbixwe hatiye hesibandin.[6] Di warê tektonîka lewheyan de, lewheya Ewrasyayê Ewropa û piraniya Asyayê vedihewîne lê ev lewheya tektonîk deverên wekê parzemîna biçûk a Hindistanê, Nîvgirava Erebistanê an jî herêma rojhilata dûr a Rûsyayê ya li rojhilatê çiyayên Çerkezyayê nagire nav xwe.
Di warê dîrok û çandê ve, Ewrasya dikare bi awayekê sivik wekê Ewrasyaya Rojava û Avrasyaya Rojhilat were dabeşkirin.[7]
Jeolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di jeolojiyê de, Ewrasya pir caran wekê blokeke mezin û yekparçeyî hişk hatiye dîtin lê ev mijar cihê nîqaşê ye.[8][9] Ewrasya di navbera 375 û 325 milyon sal berê de bi yekbûna Sîberya, Qezexistanya û Baltîkayê pêk hatiye; Baltîka jî bi Laurentiyayê (Amerîkaya Bakur) ve hatibû girêdan ku Lawrasyayê pêk bînin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ Society, National Geographic (20 îlon 2011). "continent". National Geographic Society (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 16 tîrmeh 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 hezîran 2026.
- ↑ "Vasco da Gama, Portugal's Columbus, Is Just as Controversial". history.howstuffworks.com. Roja gihiştinê 17 îlon 2026.
- ↑ "Behind the Enduring Relevance of the Suez Canal Is the Long Shadow of European Colonialism". The Wire (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 îlon 2026.
- ↑ Beissinger, Mark R. (2009). "Nationalism and the Collapse of Soviet Communism". Contemporary European History (bi îngilîzî). 18 (3): 331–347. doi:10.1017/S0960777309005074. ISSN 1469-2171.
- ↑ Society, National Geographic (20 îlon 2011). "continent". National Geographic Society (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 16 tîrmeh 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 îlon 2026.
- ↑ "Pangea Supercontinent - Pangaea Supercontinent". geology.com. Roja gihiştinê 18 îlon 2026.
- ↑ Sengupta, Anita (2009). Heartlands of Eurasia: The Geopolitics of Political Space. Lexington Books. p. 25. Anthropologically, historically and linguistically Eurasia is more appropriately, though vaguely subdivided into West Eurasia (often including North Africa) and East Eurasia.
- ↑ Pavlov, V. E. (2012). "Siberian paleomagnetic data and the problem of rigidity of the Northern Eurasian continent in the post-Paleozoic". Izvestiya, Physics of the Solid Earth (bi îngilîzî). 48 (9–10): 721–737. doi:10.1134/S1069351312080022. ISSN 1069-3513.
- ↑ Li, Yong-Xiang; Shu, Liangshu; Wen, Bin; Yang, Zhenyu; Ali, Jason R. (1 îlon 2013). "Magnetic inclination shallowing problem and the issue of Eurasia's rigidity: insights following a palaeomagnetic study of upper Cretaceous basalts and redbeds from SE China". Geophysical Journal International. 194 (3): 1374–1389. doi:10.1093/gji/ggt181. ISSN 0956-540X.
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |