Omitê Mistefê Nîşeyên kurt û bextewariyên dirêj -defterçeya helbestan I-Omitê Mistefê, Nîşeyên ku... more Omitê Mistefê Nîşeyên kurt û bextewariyên dirêj -defterçeya helbestan I-Omitê Mistefê, Nîşeyên kurt û bextewariyên dirêj, helbest, 2025 6. "Hebûna dinyayê qiloçên meran e." dibêjin mezinên me yên rehmetî û em jî diçespînin vê rastiyê; lê Îmam Elî eleyhiselam bi çavekî din dinirxîne: "Hebûna dinyayê dişibihe marekî şimşimot, ku jehreke kujer hildiberîne û bi kar tîne; merivê hişmend ê beled xwe jê diparêze, lê zarokê nezan dest diavêjê û pê dilîze." 18.10.2024, 22:01 7. Bi ceribandinê diyar bûye ku sê rewşên serxur û rizqbir hene: xew, nexweşî û dijminahî. Pir û hindikê wan ferq nake; berî ku bibin gene, qijnî jî biçûk bûn, ma ne? Lewre hay ji xwe hebe! Ji bo hişmendan divê dijwar nebe: kêmkirina şehwet û xefletê, zêdekirina tobe û merhemetê. 20.10.2024, 00:44 8. Li ber xwe mekeve ku heval û hogir çûn; te ew neqewartin, ew bi xwe têkçûn piştî ezmûna jiyanê yan jî di qezayeke li ser riya duristiyê de. Li ber xwe bikeve ku gava neçûn, venekişiyan, li ber xwe dan û bi ser ketin, lê tu têkçûyî di ezmûna qedrnasiyê de yan jî seqet bûyî, nivîşkan mayî hetahetayê di qezayeke li ser riya wefadariyê de, navê te derket ji pêrista dilsozan û di deftera mişkan de jî nehatî nivîsandin. 20.10.2024, 01:26 Omitê Mistefê, Nîşeyên kurt û bextewariyên dirêj, helbest, 2025 9. Dîn ew kes e ku malê dinyayê berhevkirî, ne ewê ku ji ber nexweşiyê hiş windakirî. Dost ne ew kes e ku dilê te şikandî, heke ji dilekî din hez nekira wî, qe dikaribû avê beytu birijîne tî? 20.10.2024, 07:26 10. Teralî kemînek e li pêş xebatê; gazî dike xewê, bêxîretiyê û xefletê. Betalî jî encameke teraliyê ye û kar û pîşeyê xêrr û selexanan e. Lewre divê meriv pêsîra xwe jê daweşîne; heta ku derman hebe di çongan de, çêtir e ku meriv biqilqile û zeng negire. 20.10.2024, 20:31 11. Gotineke mîrê bawermendan Elî eleyhiselam têrê dike ku bikemile bi xala dawiyê meram: "Sedemkara riswatiyê çavnebarî ye, lê zanîn çavkaniya rûmetê ye. Kiryara nepak nîşaneya nebaşiya nefsê ye û bergiriya nebaş sedema hilweşînê ye. Heke dil mest û nivistî be, sûd û behreyeke bihîstina guhan dê tunebe. Bi pa û pesnên dirêj sipasiya Xwedê bike û sipasiya ji xwe mezintiran bike bi duristî û daxwarinê, bi rastî û hevalbendiyê. Ji ber ku mirovê herî nebaş ew kes e ku jê nayê hêvîkirin qencî û ji nerindiya wî nabe ewlehî.
Dîwançeya 33 helbestên nû,
Naverok
SÎ Û YEK TÎP
1. Va dîsan bû şev, çawan xewa min tê ku tê!
... more Dîwançeya 33 helbestên nû,

2. Newroz hat jî sofî şaş nebû!
3. Tayê şimakirî yê tizbiyê
4. Neynikê rast got ku ez dîsan ez im!
5. Dara hedûrê du werzan mêweyan dide
6. Ez di xwe de ketime lo!
7. Çend pirs ji dilî
8. Şertê pêşîn ê baweriyê
9. Te jî bihîst?
10. Gaziyek li ser Girê Bêmirazan
11. Bêgazind im dinya
12. Hevpeyvînek bi nefsê re
13. Di navbera çakûçê hestê û sindanê helbestê de
14. Bawer ke, berî ku bawerî te terk ke!
15. Navenda dilî nîşanî makê kin!
16. Sirûd û stran bila bimînin piştî serkeftinê
17. Êşa şûjinê tehm ke û paşê bi jana serê derziyê bitirsîne! 18. Ji min re çi lo?
19. Di bin siya sûreya Eleqê de
20. Name ji bo sitemkarekî taybet
21. Bi duayeke layiqî roja Aşûrayê dixingilim xewê
22. Şîn û şahî di zikên hev de ne
23. Bayê bîranînan an jî gopalê temendirêj ê pîremêrekî 24. Lehneteke ji neçariyê
25. Derê ku tu jî kêço?...
26. Sofiyê bêmicêrk
27. Ez î lap dilgeş im!
28. Çar hikmetên naskirî
29. Bersiveke tund ji bo Iblîso
30. Gaziyeke nazik û jidil
31. Mikurhatineke piştî salan
Û
CÎNAVKA VEGEROK
Ziman û zimannasiya kurdî
Dengnasî
Peyvnasî
Watenasî
Hevoknasî
Rewanî
Şêwazên axaftin û nivîs... more Ziman û zimannasiya kurdî Dengnasî Peyvnasî Watenasî Hevoknasî Rewanî Şêwazên axaftin û nivîsandinê yên kurdiya nûjen
Mirovnasiya bajaran (urban anthropology) derbarê bajar û şûnwaran de lêkolînan li dar dixe; jiyan... more Mirovnasiya bajaran (urban anthropology) derbarê bajar û şûnwaran de lêkolînan li dar dixe; jiyana bajarî, çand, civak, avahîsazî, guherîn û veguherînan dişopîne. Her wiha sedemên newekheviyan raçav dike; hem dînamîkên çînî, nijadî, zayendî, koçberiyê hem jî nakokiyên malxwe-paleyan, zordestiya siyasî ya desthilatdar û dijraberan vedikole. Polîtîka û tevgerên cudakar, xizanî, koçberkirin, dadweriya li hemberî jîngehê, pêwendiyên kedkar û kedxuran, bazirganî, firoşkariya li kolanan, cihwarkirina welatiyan, rêxistinên civaka sivîl û hevkariyê, çandên hindikjimar û koçberan, rêjeya tundî û tûjiyê jî çendek mijarên vê şaxa zanistê ne. 57 Mirovnasiya gundan (rural anthropology) derbarê şert û mercên jiyana welatiyên ku li gund, zozan û çolteran dijîn de zanyariyan berhev dike; her wisan hewl dide ku her tiştê nebelgekirî yê derbarê jiyana gund, zozan û çolteran de tomar bike û pireyekê di navbera van deveran û bajaran de ava bike ku xizmetên gelemperî baştir bigihêjin her bihusteke welêt. 58 Mirovnasiya sepandî/meydanî (applied anthropology) bi zanîn, têgihiştin û rêbazên disîplîna xwe pirsgirêkên civakî, aborî yan jî tenduristiyê yên hemdem çareser dike; bi pêşniyarên erênî arîşeyên civak an jî rêxistinan hêsan dike. 59 Jîngehnasiya muzîkê (ethnomusicology) di çarçoveyeke civakî û çandî de li ser jîngeha muzîkê dixebite; pisporên vê şaxa zanistê muzîkê wekî pêvajoyeke civakî dinirxînin, derbarê beşdar û guhdarên wê de zanyariyan berhev dikin ku wateya wê muzîkê fêm bikin. 60 Mirovnasiya hunerî (anthropology of art) derbarê bandora hunerê ya li ser civak, çand û dîrokê de xebatan dike; zengînî û cihêrengiyên hunera mirovî dinirxîne, rengvedana vê hunerê ya li ser pêvajoya jiyanê şirove dike. 61 Helbestnasiya gelêrî (ethnopoetics) helbestên devkî yên vegotî vediguhêze nivîsê; bi vî awayî bikaranîna herêmî ya zimên di kevneşopiya helbestên gelêrî de dişopîne û ji naveroka wan berheman civakê nas dike. 62
bi lewheyan ji şaşîtîyan hişyar ke û beriya fatiheyan fethekê miyaser ke." Nizanim dengê min ew d... more bi lewheyan ji şaşîtîyan hişyar ke û beriya fatiheyan fethekê miyaser ke." Nizanim dengê min ew deng birî, yan dengê min pê ra berwar firî. Ji wê gavê û pê va ew deng kêlindiyeke pey serê min ê similkî ye û ev bersiva min jî destûra jiyana min e: "Yan hiş be, yan jî devê xwe bi xêrê veke." 08.05.2021; 22:36 Bazîd 3. Bi xwendinê raweste Mirovo! Tu pirtûkeka hêja yî, bi xwendina "xwe" raweste; cendekê xwe movik bi movik bixwîne û piştra ber bi cîhana xwe ya derûnî hiş û dilê xwe daxîne. Destpêkê tu kulmek ax bûyî, bi baranekê hatî vilçiqandin û di qalibekî da hatî rokirin. Xwedê pifî cendekê te kir û ruh hate ber. Lewra şîreta min li te: navê Xwedê neperitîne ji bo kar û kiryarên nerewa. Tu pifek ji ruhê Xwedê yî Xû û xisletên te di navbera milyaketên ronî û cinên tarî da ne; lê belê qalibekî te heye: li ber çavan xwîn, goşt û hestî yî. Binêre, Xwedê çiqasî comerd e ku ji ruhê Xwe pifî te kirîye; ji ber xwarina mêweyê darê dê û bavê te ji bihuştê qewartine û bi qelemeka darînî rûmeta te bilind kirîye. Mirovo! Bi xwendinê raweste, bi xwendina "xwe" pirtûkê raweste! 25.05.2021; 15:51 Bûrsa 4. Tenê ne "kî" me ez "Kî" cînavkeka pirsiyariyê ye; dibe ku "min" û "te" yan jî "wî" û "wê"yê nîşan bide, û dibe ku "me" û "we" yan jî "wan"ê rave bike. Lewra "kî" ne tenê "ez" im. Ji dema zaroktiyê dizanim ku dihate gotin: "Ez ez im, destmala gul-gevez im, dixwim ez im, naxwim ez im." Lê bawer bikî, ev jî dîsa ne "ez" im û ber bi gotineke pêşiyan dibezim: "Çivîk çivîk e jî, avê vedixwe û bi ser xwe re li Xwedê dinêre." 25.05.2021; 16:23 Bûrsa 5. Awirbayê, dê hesabê tenêmayîna min ji te bipirsin! Ev demeke dirêj e, ne diaxivim ne jî dixwînim; lê amadehîya nivîsekê dikim, wekî amadehîya dawîn a sofîyekî ku her kêlîyekê qiyamet dihesibîne.
Min di destpêka salên nodî de dest bi xwendina kurdî kiribû û piútî wê demê min ji xwe re hinek h... more Min di destpêka salên nodî de dest bi xwendina kurdî kiribû û piútî wê demê min ji xwe re hinek helbest û çîrok nivîsîbûn. Helbet ev helbest û çîrok ne ji bo weúandinê, lê ji bo pêúvebirina hêza nivîsandinê bûn. Çend roj berê min arúîva xwe ya kevn tesele dikir û ez rastî vê lênûska xwe hatim. Bi rastî ev helbestên ku her yek li cihekê hatiye nivîsandin ewqasî ne xerab bûn û weúandina wan pêkan bû. Lewre min xwest ku ev hest û ramanên min ên kevn di taldeyê demê de nerizin û neçin. Lewre ez îro wan li gorî mêjûya nivîsandinê rêz dikim û radestî rexneyên têkildaran dikim. Mixabin mêjûya hinek helbestan ne diyar e û ez nizanim min kengê ew nivîsîne; lêbelê wisan bawer dikim ku di navbera 2000-2008an de hatine nivîsandin. Her wiha hinek helbestên min ên îsalîn jî hebûn û min nexwest ew jî li derve bimînin. Min navê vê defterçeyê "Meya Kartî Û Çend Mêweyên Salê" danî. Her wekî hûn jî dizanin hinek tiút çiqasî kevn û kartî bibin ewqas giranbiha dibin. Ji aliyê wêjeyî ve ewqas ne giranbiha bin jî heyama nivîsandinê nirxê wê zêde dike li gorî min.
Navê te çi ye? Tu çawa yî? Ev çi ye? Ev … e/ye. Jimare 1-10 Pirjimarî DESTPÊK 1. Were, em hev nas... more Navê te çi ye? Tu çawa yî? Ev çi ye? Ev … e/ye. Jimare 1-10 Pirjimarî DESTPÊK 1. Were, em hev nas bikin. A Rojbaú! B Rojbaú! A Navê min Azad e, lê navê te çi ye? B Navê min jî Bedirxan e. A Bibexúîne, ew çi ye tu dixwî? B Kakilê gûzan e. A Darên we yên gûzan hene an na? B Belê hene. A Çend darên we yên gûzan hene? B Bi rastî min nejimartiye. A Tu dizanî ev çi ye û bi kêrî çi tê? B Erê ew singek e û bi kêrî lêxistinê tê. A Ji bilî lêxistinê bi kêrî çi tê gelo? B Nizanim, nehat bîra min. A Bi kêrî guherandina pergala zilmê jî tê. B Pergal çi ye hevalo? 2. Were, em rewúa hev bipirsin. Rojda Merheba Nalînê, tu çawa yî? Nalîn Baú im, sipas Rojdayê; lê tu çawa yî? Rojda Ez jî baú im, sipas. Ev çend roj in ku te xuya nedikir, meraqê ez kuútim keçê! Nalîn Rast e, ev hefteyek e ez nexweú im; hîn jî pak nebûme. Rojda ùifaya xêrê be! Ez lêborîna xwe dixwazim, bawer bike haya min pê tunebû. Nalîn Gelek sax bî, sipasî ji bo naziktiyê.

In the 17th issue of our bulletin we publish the papers in English and Kurdish languages that wer... more In the 17th issue of our bulletin we publish the papers in English and Kurdish languages that were presented during the conference Uncovering The Past Towards the Future, Uniting Experiences and Values. Kurdistan in Western and Eastern Research Tradition which took place in Kraków, at the Jagiellonian University between 24-26.10.2016. The main aim of the conference was to bring together scholars in Kurdish studies from Kurdistan as well as from the West and the East of Europe and to stress the importance of the three elements which today should contribute to more successful research in the field of Kurdish studies: the wide theoretical background, good knowledge of language and the contact with the studied reality and people.
Kurdên Xoresanê
Kurdên Xorasanê li bakûrê rojhilatê Îranê, nêzî sînorê Turkmenistanê dijîn. Ew bi... more Kurdên Xoresanê Kurdên Xorasanê li bakûrê rojhilatê Îranê, nêzî sînorê Turkmenistanê dijîn. Ew bi zaravayê kurmancî diaxivin û misilmanên şiî ne.(Tewehhudî, c. 1, 28, Madih, 2007, 11-31)
Berhevkirina zargotina qadeke gelekî berfireh e û nifir jî beşeke vê qadê ne. Bi taybetî nifir hê... more Berhevkirina zargotina qadeke gelekî berfireh e û nifir jî beşeke vê qadê ne. Bi taybetî nifir hêmayeke bingehîn a zargotina gelên bindest e, wekî ku dijûn jî hêmayeke bingehîn a gelên serdest e. Ji ber vê yekê, nirxandina nifiran derûnî û rewşa civakî ya gelekî aşkera dike. Gava mirov li nifiran dinêre: rewşa jinên belengaz, kesên sitemzede, mehrûm, bêpar, belengaz, hêrshatî, reben dibîne.
Îro (23.08.2013) min di çapemeniya tirkan de dît ku her du partiyên wan ên muxalefetê CHP û MHPyê... more Îro (23.08.2013) min di çapemeniya tirkan de dît ku her du partiyên wan ên muxalefetê CHP û MHPyê li ser mijara kurdan bi kurdan re ketine nîqaşeke bêbingeh û gotine ku kurd ne gelek in, komeke etnîk in. Li ser vê yekê ez rahiştime ferhenga Sevan Nişanyan û ya TDKyê . Nişanyan ferhengsazekî naskirî ye ku li ser zimanê tirkî ferhengeke etîmolojîk amade kiriye û ev ferheng niha li ser înternetê jî heye. Her wiha TDKyê, ango Saziya Zimanê Tirkî jî saziyeke fermî ya Komara Tirkiyayê yê û ferhenga wê jî li ser înternetê ye.
Mela Mihemedê Celalî alimekî kurd e ku di dawiya sedsala 19an de li Bazîdê hatiye cîhanê û di nîv... more Mela Mihemedê Celalî alimekî kurd e ku di dawiya sedsala 19an de li Bazîdê hatiye cîhanê û di nîveka sedsala 20an de li Farqîna Amedê çûye rehmetê. Her çiqas ew seyîdekî Bexdayê be jî di pêşxistina zimanê kurdî de xebatine girîng kirine. Her wiha cenabê wî meqamên fermî yên dewleta Tirkiyayê qebûl nekirine û heta mirinê kevneşopiya medreseyên Kurdistanê berdewam kiriye. Wî hinek alimên wekî Xelîfe Ûsiv û Seîdê Kurd perwerde kirine; lêbelê derbarê jînenîgariya wî de berhemeke berdest nîn e. Ev xebata ma vê valahiyê tijî dike û bi agehiyên binemala wî portreyekî derdixe ber ronahiyê.
Uploads
Books by Umîd Demîrhan
Naverok
SÎ Û YEK TÎP
1. Va dîsan bû şev, çawan xewa min tê ku tê!
2. Newroz hat jî sofî şaş nebû!
3. Tayê şimakirî yê tizbiyê
4. Neynikê rast got ku ez dîsan ez im!
5. Dara hedûrê du werzan mêweyan dide
6. Ez di xwe de ketime lo!
7. Çend pirs ji dilî
8. Şertê pêşîn ê baweriyê
9. Te jî bihîst?
10. Gaziyek li ser Girê Bêmirazan
11. Bêgazind im dinya
12. Hevpeyvînek bi nefsê re
13. Di navbera çakûçê hestê û sindanê helbestê de
14. Bawer ke, berî ku bawerî te terk ke!
15. Navenda dilî nîşanî makê kin!
16. Sirûd û stran bila bimînin piştî serkeftinê
17. Êşa şûjinê tehm ke û paşê bi jana serê derziyê bitirsîne! 18. Ji min re çi lo?
19. Di bin siya sûreya Eleqê de
20. Name ji bo sitemkarekî taybet
21. Bi duayeke layiqî roja Aşûrayê dixingilim xewê
22. Şîn û şahî di zikên hev de ne
23. Bayê bîranînan an jî gopalê temendirêj ê pîremêrekî 24. Lehneteke ji neçariyê
25. Derê ku tu jî kêço?...
26. Sofiyê bêmicêrk
27. Ez î lap dilgeş im!
28. Çar hikmetên naskirî
29. Bersiveke tund ji bo Iblîso
30. Gaziyeke nazik û jidil
31. Mikurhatineke piştî salan
Û
CÎNAVKA VEGEROK
Dengnasî
Peyvnasî
Watenasî
Hevoknasî
Rewanî
Şêwazên axaftin û nivîsandinê yên kurdiya nûjen

Kurdên Xorasanê li bakûrê rojhilatê Îranê, nêzî sînorê Turkmenistanê dijîn. Ew bi zaravayê kurmancî diaxivin û misilmanên şiî ne.(Tewehhudî, c. 1, 28, Madih,
2007, 11-31)
binemala wî portreyekî derdixe ber ronahiyê.